‘Namûsa mislimanan diceribenin’

Xelkê ku li pêxemberê xwe xwedî derket destnîşan kirin’ Em ne sosyalîzmê ne jî komînîzmê dixwazin.Bi meseleya kurd me nexepînin.Hûn li dûv bêdînîyê ne.Her kesê ku heqaretî pêxember bike rezil û nemerd e. Namûsa mislimanan diceribînin.Xwedê Teala yek e û Muhammed Resûlê Wî ye. Destê ku li Resûllah dirêj bin bila bişkin.Heger em misliman ji Resûlallah şefkatê hêvî dikin divê em lê xwedî derbikevin.”

Xelk, hemû kesî ji bona ji pankartan re bertek nîşan bidin dawet berteknîşandinê kirin û sloganên mîna ‘Destên ku dirêjî pêxember dibin bila werin şikandin, Ji Resûlê min re canê min feda.’ avêtin. Bi vî awayî ji Şaredarîya Yenîşehîrê ya DBPyî re bertek nîşan dan .

Xelkê ku civîyabû destnîşan kir heger ji vî tiştî re bertek neyê nişandan îxtîmal e wê sibe heqaretên mezintir li pêxember werin kirin.

Her weke ku tê zanîn  di sala 2006an de li Danîmarkayê karîkatur hatibûn weşandin û wê demê xelkê Diyarbekirê bertekeke dijwar li Qada Îstasyonê ji karîkaturan re nîşan dabûn. Her wiha bi mîtînga ku hat kirin xelkê Dîyarbekirê  wan kesên ku wê karîkaturê xez kiribûn û kesên ku weşandibûn lenet kiribû.

Editör: Haber Merkezi