i ber ku li navçeya Sûra Amedê şer didome malbat koç dikin. Yek ji wan malbatan jî ji ber ku li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve heye û li navçeyê şer didome koçî navçeya Çinarê kir. Malbat, ji ber ku malên wan hatiye talan kirin pir mexdûr bûne. Ji ber vê yekê Şefkat Dera Çinarê alîkarêyê vê malbatê kir. Hat zanîn ku komele alîkarîya zexîre, tîştên malê, cil û berg û sobeyê  li malbat kir.

Ji rêvebirên komelê Vedat Aydin, di derbarê alîkariyê de daxuyanî da. Dûvre wiha destnîşan kir: “ Ji ber ku li Navçeya Sûra Amedê şer didome malbatek mala xwe terk kir. Dema ku malbat dûbare vegeriya mala xwe dît ku tu tişt di malê dee nehiştine. Mala wan talan kirin e. Ji ber vê yekê malbat, koçî Çinarê dike û tê cem xizmên xwe yên ku  li vir dijîn. Malên vê malbatê yên ku mane jî nehêştine ku malbat ji xwe re hilbigrin. Malbat, pirr mexdûr bûye. Wek Şefkat Der me jî destê xwe ji wan re dirêj  kir. Alîkariyên ku xêrxwaz ji me re şandibûn me jî da vê malbata mexdûr.”

Editör: Haber Merkezi