Molla Abdurrahîm Tîmurtaş ê ku  ji alimên ÎTTÎHADê ye ji ber sedema 90emîn salvegara îdamkirina Şêx Seîd  û 46 hevalên wî di derbara Şêx Seîd û hevalên wî de nirxandinan kir û destnîşankir ku şehadeta Şehîd Aytaç Baranî nîşan dide ku hêj li Kurdistanê qiyama Şêx Seîd berdewan dike.

 “Mucadeleya min ji bo Xwedê û dînê Wî ye”

Mela Abdurrehman Tîmurtaş di derbarê Qiyama Şêx Saîd de nirxandinek ji ÎLKHAyê re kir û agahîyên gelekî girîng anî ziman.Abdurrehman Tîmurtaş wiha dest bi axavtina xwe kir: “Dawe û doza Şêx Seîd mîna yên Hesen El Benna, Seyyîd Kutup û mîna alimên din bû. Dawe û doza van dawe û doza pêxermberê me bû.  Di dîroka îslamê de çi wextê ku  xeberek ji muqeddesatên îslamê re an jî xeberekê nexweş ji îslamê re hatibe gotin di heman demê de qiyam pêk hatine. Qiyama Şêx Seîd jî qiyamek ji van e. Hinek kes di mijara vê qiyamê de tiştên cuda dibêjin;hinek kes  radibin û dibêjin ku doz û daweya Şêx Seîd doza neteweyê bû. Lê belê Şêx Seîd di vî warî de bersiva teqez daye. Lewra Şêx wiha gotibû ‘Mucadele û têkoşîna min ji bo Xwedê û dînê Wî ye.”

 

“Gelo mirov dikare bibêje ku ev qiyam qiyamekî nijadperistî bû?”

Mela Tîmurtaş destnîşan kir ku dijminên îslamê her tim zilamên doz û dawêyan qetil kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku em Seîdê Nûrsî dinêrin ew qas zilm û zordarî dîtîye, gelo ma em dikarin vê eziyet û zilmê bi nîjadperistîyê şîrove bikin? An jî dema ku em Huseyn Velîoglu dinêrin heman tiştî dibînin. Tenê ji ber ku dînê wî îslam bû wî jî şehîd kirin. Lê belê heger xwestibana dikaribûn wî jî mîna Apo bikin behsa bazarê, lê belê  wî nekirin behsa bazarê. Ev rastî heye ku çi wextê ku rêber û rêzanên doz û daweya îslamê têketine destên dijminên îslamê , wê gavê wan rêber û rêzanan qetil kirine.Di dozên neteweyî de behsa bazarê mumkin e; lê belê di doz û daweyên îslamî de qetîyên ev tişt tuneye.”

 “Doz û daweya Şêx Seîd dawe û doza Îslam û Qur’anê ye”

Di derbarê qiyama Şêx Seîd de Mela Yakup Arikarinca wiha axivî: “ Sebeba qiyama Şêx Seîd ji ber doza îslam û Qur’anê ye.  Şêx Seîd şexsekî wiha bû ku temamê malê xwe û canê xwe di rêya îslamê de feda kiriye. Ji ber vê yekê tu eleqeya qiyama Şêx Seîd  bi nîjadperistîyê tuneye. Heger dawe û doza Şêx Seîd qewmîyet û nîjadperistî bana ew ê wê demê negotibana ku ‘ Ez ji bo Xwedê  û ji bo namûsê ekber radibin qiyamê’

“ Qiyama Şêx Seîd li Kurdistanê dewam dike.”

Arikarinca wiha dawî li axavtina xwe anî: “Herî dawî li Kurdistanê mîna misilmanên Aytaç Baran û kesên din hatin şehîd kirin. Ev tişt jî nîşanî me dide ku ew dawe û doza ku Şêx Seîd li Kurdistanê li hember batilê dikir hê jî didome.”(ÎLKHA)

 

Editör: Haber Merkezi