Di peyama ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hatiye weşandin de hat diyakirin di vê meha mibarek û di vê şeva pîroz de divê misilman  ji bona xelasîya ummeta îslamê ji Xwedê alîkarîyê teleb bikin, jê lawa bikin.

Di peyama ku hatiye weşandin de her wiha hat diyarkirin “Di vê wextê pîroz û ya ku ji hezar mehêî efdaltir e de ji bona xelasîya ummeta îslamê divê em du’a bikin û ji Xwedê alîkarîyê bixwazin. Lewra dema ku îro em erdnigarîya ummeta îslamê dinihêrin seranser di nava xwînê de ye ango bûye behra xwînê. Lê binêrin li Sûriye,Misir, Xezze, Eraq, Mynmar, Tirkîstana Rojhilat û li Yemenê her roj xwîna zarok, pîr, jinik û mêrikan tê herikandin”

Di dawîya peyama tebrîkkirinê de wiha hat ragihandin: “Em ji Xwedê teleb dikin ku van rojên mibarek û  vê  Şeva Leyletulqedrê  bixe wesîle da ku ummeta îslamê rizgar bibe”İlkha

Editör: Haber Merkezi