Îro hilbijartinên giştî yên Tirkiyê tê kirin. Ji bo vê yekê jî 53 milyon û 765 hezar û 231 hilbijêr diçin ser sindoqan û ji bo hilbijartina 550 endamên parlamentoyê. 
 
Di hilbijartinan de 20 partî beşdar in û dengdan ji 08. 00 heta 17.00 didome. Di hilbijartina 7ê Hezîranê de 20 partiyên siyasî û endamên serbixwe beşdarî hilbijartinê bûne. 
Li seranserê Tirkiyeyê ji bo parlementeriya serbixwe jî 165 namzed di hilbijartinê da wê cih bigirin.
Roja hilbijartinê ji saet 06.00an hetanî saet 24.00an firotina tiştên alkolî û li hin cihan jî dayîna alkolê qedexe ye. Cihên şahiyê roja hilbijartinê dê girtî bin û di xwaringehan de bi tenê xwarin dê bê dayîn.
 Roja hilbijartinê di radyo û çapemeniyê de hetanî saet 18.00 derbarê hilbijartinê weşana şîrove û texmînan qedexe ye. Radyo û hemû saziyên çapemenî û medyayê di navbera 18.00ê û 21.00ê de, heke YSK destûrê bide, dê bikaribin derbarê hilbijartinê de weşanê bikin.
 Qedexeya li ser weşana encamên hilbijartina dê di saet 21.00ê de bidawî bibe.

Editör: Haber Merkezi