Suneta muqabelê îsal jî bi eleqeyekî mezin û beşdarbûna gelek kesan dest pê kir.

Li Êlihê di meha Remezanê ya ku wek meha Qur’anê tê zanîn de xelkê misilman eleqeyeke mezin nîşanî sunneta muqabelê da û beşdarî muqabeleyên ku li camîyan tên kirin bûn.

Bi taybetî jî  li camîyan piştî nimeja nîvro muqabele tên kirin. Di van muqabeleyan de tiştî herî balkeş tevlî mezinan beşdarbûna biçûkanê.

Di derbarê muqabelê de Îmam Xatîbê Ulu Camîya navenda Batmanê Abdullah Sav wiha axivî: “Weke ku hûn jî dizanin muqabela xwendina Qur’anê ya Hz. Muhammed û Cebraîl li miqabilî hev du ye. Ev sunneta Resûlê Xwedê vaye bû 14 sedsal ku li camîyan tê îdrak kirin.Em jî li vê camîya xwe, weke her sal piştî nimeja nîvro muqabelê dikin.  Kêmzêde 400 kes beşdarî vê muqabeleyê dibe. Kesên ku xwendina wî ya Qur’anê qels be an jî qaîdên tecwîdê nizanibe divan muqabeleyan de sererast dikin. ilkha

Editör: Haber Merkezi