Wesayîta komek xwendevanê ku li Zanîngeha Îbrahîm Çeçena Agirîyê dixwenin dema ku ji bona tazîyê dihatin Diyarbekirê qeza kir. Di qezaya ku pêk hat de 13 xwendevan birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qeza îro di seat 07.10an de li têketina navçeya Bismilê pêk hat. Transîta bi plaqeya 04 M 1419  ê ku ajokarê wî Yakup Ugur bû hakîmîyeta transîtê winda kir û transît kete şarampolê.

Di qezayê de kesên bi navê Yakup Ogur (38), Melîke Fırat Alagoz (19), Omer Yildirim (20), Bedîr Hakli (19), Fatma Burakman (30), Murat Bozyîgît (23), Ferhat Şen (20), Emîne Turan (19), Erkan Dursun (19) Ozlem Yagmurlu (22), Sedat Beyan (19), Fatma Burakman (19) û Ercan Acar (23) birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Editör: Haber Merkezi