Wesayîta bi plaqeya 72 DN 293 a ku ji Êlihê bi rexê Bismilê ve diçû kete bestê. Di qezaya ku pêk hat de 2 jê zarok tevde 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 72 DN 293 ê ku ajokarê wê Mehmet Atalay bû dema ku ji Êlihê diçû bi rexê Bismilê ve kete bestê.Di qezaya ku pêk hat de Fatîme Akbay, Mehmet Atalay(27), Hatîce Atalay(26) û zarokên malbata Atalayan ên bi navê Eslem(2) û Yasînê 3 mehî birîndar bûn.Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansê rakirin nexweşxanê
Editör: Haber Merkezi