Ji xwendekarê ku got ‘ez diçim dibistanê’ xeber nayê hilgirtin

Li navçeya Qosera Mêrdînê di Taxa Aşitî de Yakup Doganê (13) lawê malbata Doganî 2 roj berê dema ji mal derket got ‘ez diçim dibistanê piştî ku ji mal derket êdî xeber jê nehat hilgirtin.

Malbat û xizmên Doganê xwendekarê Dibistana Sendîkaya Yol Îşê yê di pola 7 emîn de dixwîne ji bo ku lawê wan were dîtine bûne seferber û bê navber li lawê xwe digerin.

Dayîka kovandar a ku ji çavên wê hêstir xalî nabe Kadrîye Dogan diyar kir ku ev 2 roj e xew neketiye çavê wê û li her derê li pey lawê xwe ne. Dogan lava kir kî lawê wê dîtiye bila ji bo rizayê îlahî wê xeberdar bike.

Dê Dogan axavtina xwe wiha ragihand: “Lawê min ê 13 salî doh dema ku ji mal derket cilên xwe yên dibistanê wegirt û çenta xwe hilgirt. Dûvre wek axavtin wiha diyarkir; ‘ez diçim dibistanê.’ Êdî venegera. Pirsgirêkeke lawê min tunebî. Me serî li qereqolê da. Ji doh ve dera ku lê mêze kir nema.”

Dê Dogan bi wesîla ÎLKHAyê din av şîn û girînê de bang li lawê xwe kir û dûvre wiha bang li lawê xwe kir: “Lawê min tu li kûyî were. Ez nikarim tehemul bikim. Yakêbê min tu li ku yî were.” Her wiha dê Dogan ji bo ku lawê wê weredîtin ji xêrxwazan alîkarî xwest û ji bo têkiliyê nimreya 0544 376 75 70 da raya giştî. (ÎLKHA)

Editör: Haber Merkezi