Huseyîn Akbalik bi ebediyetê ve hat oxirkirin

Huseyîn Akbalik, weke ku tê zanîn ji ber nasnameya xwe ya Îslamî 24 salan di girtîgehê de hat girtin.Di pêvejoya vê girtinê de nexweşiya tumora mêjî bi Akbalikî re derket.Akbalik piştî ku li nexweşxanê ameliyeta tumora mêjî bû re hat tahlîyekirin, lê belê Huseyîn Akbalikê ku tedawiya wî li derveyê girtîgehê berdewam dikir  li gundê Durucaya Nisêbîna Mêrdînê di wextê banga şefeqê de çû dilovaniya Xwedê.

Heskiriyên Akbalikî yên ku xebera wefata wî bihîstin  li ber mala rehmetî kom bûn.Naskiriyên Akbalikî xwestin piştî nimêja înê cenazeya Akbalikî bispêrin axê, lê belê ji ber teleba dozgeriyê cenazeya Akbalikî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.Piştî ku cenazeya Akbalikî anîn nexweşxanê di derdora seat 15.30an de  sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin.Cenaze piştî karên otopsiye teslîmî malbata wî hat kirin.Malbat di derdora seat 20.00an de li goristana gundê Durucayê cinazê defin kir.

Piştî definkirina cenazê malbata Akbalikî taziyeyan qabûl kir.Ji Partiya Doza Azad gelek rayedar û gelek hezkiriyên Akbalikî beşdarî taziyê bûn.

Cuma Akbalikê ku kekê Huseyîn Akbalikî ye di derbarê mijarê de destnîşan kir ku birayê wî di wextên şeveqê de rehmet kir, lê belê wan cenazeya xwe encax di wextê êvarî de definkirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayê min Huseyîn Akbalik  24 salan bêsûc û belesebeb di girtîgehê de hat girtin, birayê min dema ku di girtîgehê de bû ji nişka ve nerihet bû  û wî rakirin nexweşxanê.Li nexweşxanê ji ber tumora mêjî hat ameliyetkirin.Ji ber ku rewşa wî nebaş bû qerar dan heta 3 mehan li derveyê girtîgehê bê tedawîkirin.Min birayê xwe bir Stenbolê.Li wê derê tedawî bû û dû re em hatin malê.Vê şeveqê çawa ku paqij hatibû bi heman awayî bi şikleke paqij ji vê dinyayê veqetiya.Elbet çawa ku rehmet kir doxtor û cendirmê hatin malê û raport girtin.Me cenazeya xwe şûşt û haziriya definkirinê kir ku ji dozgeriyê  telefon hat ji me re, dixwastin  ku dozger rehmetî bibîne.Lê belê bû nîvro hêj dozger nehat.Me li wan  geriya ji me re gotin ku dozger nikare bê, divê hûn cinazê bînin Nisêbînê.Dû re cendirmê hat û me cinazeya xwe bir Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.Vêcar jî me cinazê ji bo karên otopsiyê  bire Mêrdînê.Piştî karên otopsiyê cinazê teslîmî me kirin.Me Huseyîn bi ebediyetê ve oxir kir.Xweda   ji temamê birayên me yên ku me tenê nehiştin razî be.”(ÎLKHA)

 

Editör: Haber Merkezi