Şehîd Hesen El Bennayê damezrînerê Cemaata Birayên Misliman di 70emîn salvegera şehadeta xwe de bi rehmet tê bîranîn. Dr. Huseyîn Abdulqadrê rayedarê Cemaata Birayên Misliman ê Misirê derbarê Şehîd Hasan El Benna de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir û destnîşan kir digel hilweşîna xîlafeta Osmanî, Cemaata Birayên Misliman damezrand û hareketeke nû ya îhyakirinê da destpêkirin.

Abdulqadîr di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir Ewrûpayî di warê ji holê rakirina xîlafetê de bi ser ketin û piştî vê yekê 4 salan Şehîd Hesen El Benna  hareketa Birayên Misliman damezrand ku Şehîd Hesen El Benna berî ku cemaatê bidamezrîne jî hinek fealîyetên Îslamî dikir ku jê re li derdorê dihat gotin muceddîdê esrê.

Abdulqadîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir Îmam Heseb El Benna xwedîyê gelek xususîyetan bû û dikaribû bi hêsanî weke Omer bîn Abdulazîz edaletê belav bike. Abdulqadir dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hesen El Benna weke Îbn-î Teymîye û Ehmed bîn Hanbel di fiqhê de gelek zêde pêşve çûbû. Encax Hesen el Benna di rîsaleyên xwe de pêşnîyazên ku dewletên dinyayê dê karibin bi kar bînin û ew qaîdeyên fiqhî yên giştî yên ku dê di şerîata Îslamê de bên bikaranîn diyar dike.”

 “Ji xwe re kiribû hedef ku şexsan înşa bike û bi vê yekê hî dewleteke Îslamî dixwast înşa bike”

Abdulqadir di berdewama axavtina xwe de diyar kir Hesen El Benna bi îhyakirina însanan dixwast dewleteke Îslamî ava bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îmam Hesen El Benna mutesewwûfek bû.  Dema ku ji bo hecê çû Mekkê li wê derê beşdarî konferanseke ku rayedarên dewletê beşdarî bûbûn dibe. Di wê konferansê de dibîne ku rayedarên dewletê  zarava û zimanê xwe baş nikare xeber bide. El Benna li wê deê bi Erebîya Qur’anê axavtineke xweşik dike û balan dikşîne li ser xwe. El Benna zêdetir li ser exlaq û tebîatê însên dixebitî. Hesen El Benna bi îhyakirina însanan dixwast dewleteke Îslamî ava bike. Hesen El Benna her tim digot ‘ Divê pêşî hûn karibin bi nefsa xwe, ger hûn karibin bi nefsa xwe wê demê hûn dikarin karibin li kesên din jî.” Îmam vê yekê ji bo avakirina ferdê Misliman, malbata Misliman û civaka Misliman û di talîyê de tesîskirina dewleteke Îslamî û îhyakirina xîlafetê dikir.”

 “Xort ew hêzên qewî ne ku barê doza Îslamê digirin li ser milên xwe”

Abdulqadîr di dawîya axavtina xwe de diyar kir El Benna di xebatên xwe de gelek zêde ehemîyet dida xortan û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Her tim digot ew ê ummet bi xortan rabe li ser pîyan, xort ew hêzên qewî ne ku barê doza Îslamê digirin li ser milên xwe. Her wisa Îmam ehemîyetê dida hurrîyet û pîrekan. Ji bo wan rîsaleyeke taybet amade kiriye. Armanca esil a cîhadê şîrove dikir û ehemîyetê dida cîhadê,  bi heman awayî ehemîyetê dida eqîdeya Îslamê jî.”(ÎLKHA)

Editör: Haber Merkezi