Miftîyê Bîsmîl Ahmet Kalkan, ji bo kursên Qur’anê yên ku ew ê roja duşemê dest pê bikin bangawazîya şandina zarokan kir û wiha got: “Zarokên xwe hînî camîyan bikin.’ Miftî Kalkan, Bîsmîl 215 Meli Fermi u 100 meli fahri görevi bıke, ji bo kursê 22.06.2015 dest pê bike u 21.08.2015 evi bıqede.
Kursên Qur’anê dê 22ê Hezîranê (Pûşper) roja duşemê dest pê bike û heta 21ê tebaxê bidome.
Miftîyê Bîsmîl Ahmet Kalkanê di derbarê kursa Qur’anê de wiha destnîşan kir: “Niha li camî û kursa Qur’anê keydên me dest pê kirine.”
Miftîyê Bîsmîl Ahmet Kalkan got, piştî ku li ser girîngî ya meha Remezanê de axavtinek kir re êdî derbasî mijara dersa Qur’anê bû û wiha ragihand: “Ji bona ku zarokên me bibin kesekî/ê baş divê bi şiklekî baş û exlaqa îslamî were mezin kirin. Lewra hûn jî dizanin ku zarokekê ku vê dewrê bêserî were berdan nemumkin e ku xwe ji neqencî û tiştê xerab muhafize bike. Ji ber vê yekê ku divê em zarokên xwe hînî camîya , hînî Qur’anê bikin. Ew ê li camîyan dersa Qur’an, sîyer, îbadet, exlaq û agahîyên din were dayîn. Got.