DİYARBEKİR - Li navçeya Bismila Diyarbekirê li ber qebrên dê û kekê Mihemed Mehdî Ekerê ku Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê ye, 640 kîlo teqemenî hat dîtin.

 Di goristana ku diya Mehdî Ekerî lê metfun e 640  kîlo teqemenî hat dîtin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ji ber îxbara ku hatiye kirin yekîneyên cendirmeyan li ser rêya Taxa Tepe-Kurudere û li nêzî Goristana Tepeyê 460 kîlo teqemenî bi dest xistin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin teqemeniya ku hatiye bidestxistin bi kontrol hatiye îmhakirin.

Editör: Haber Merkezi