Qursên Qur’an, sîyer, îbadet, exlaq û agahîyên dînî yên ku ji teref Serokatîya Karên Dîyanetê ve bê dayîn dest pê dike. Li gor agahîyên ku ji Miftîtîya Bîsmîlê hatine bi dest xistin, ew ê perwerdehîyên Qur’an, sîyer û dersên din di 22ê hezîranê roja duşemê dest pê bike û ew ê heta 9 heftîyan bidome.
Her wiha li gor agahîyên ku hatine bi dest xistin, îsal zarokên biçûk jî dikarin biçin dersan. Her wiha ew ê îsal jî kitêbên ku ji bo perwerdehîyê bên belav kirin bêheq bin.
Editör: Haber Merkezi