Melayê Camîyê Hz. Sileyman Omer Kirmiziçîçek di derbarê rewşa camîyê de destnîşan kir ku Camîya Hz. Sileyman him ji alîyê dîrokî ve him jî ji alîyê dînî ve xwedîyê cihekî girîng e. Li camîyê him ji alîyê kêmasîyan ve him jî ji alîyê ewlekarîyê ve gelek pirsgirêk hene.

Kirmiziçîçek axavtina xwe ya di derbarê camîyê de wiha ragihand: “Dema ku ziyaretvan tên camîyê li derdorê him îşportekar û him jî parsekan dibînin. Her wiha van kavil û xerabeyên li derdora camîyê jî dibînin. Ji ber vê yekê ziyaretvan xwe di ewlehîyê de hîs nakin û ditirsin.  Her wiha ji nepaqijîya derdorê û xwedîderneketina camîyê jî gazinan dikin.”

Kirmiziçîçek  axavtina xwe wiha da domandin: “Divîyabû ev camî ne di vê rewşê de bana. Ev tiştekî ne xweş e. Berî vê çendake hejmara cemeta camîyê nêzî 200 kesî bû. Lê belê niha hejmar kêm bûye. Lewra di van kavil û xerabeyên derdorê de kesên awarê digerin. Ji ber vê yekê  ewlehî tune ye.”

Kirmiziçîçek wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Li Rihayê xizmet çawa ku bi rêkûpêk tên kirin li vê derê jî divê hatibana kirin. Em vî tiştî  niha jî hêvî dikin. Li vê derê ji bona pîreka cihê destmêjê jî tune ye. Ji ber vê yekê divê bi şiklekî xweşik û gavek berî gavekî li vê camîyê divê were xwedî derketin”ilkha

19-001.jpg20-002.jpg21-004.jpg

Editör: Haber Merkezi