“Biratîya me encax Qur’an û sunnet dikare tesîs bike”  

Bı aslıxe gundi bismil Xılanı de molla Cemal Özdemir dıbıje, Biratîya me encax Qur’an û sunnet dikare tesîs bike”  

Mela Cemal Ozdemîr jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ku temamên însanan di qeta Xwedê de wek hev in û wiha li axavtina zêde kir: “Xwedê Teala me dawetî xelasîyê dike.Xwedê Teala me dawetî Qur’an û sunnetê dike.Heger îro em bi rastî jî li derdora Qur’an û sunnetê li hev bicivin em qet rêya xwe şaş nakin û em ê muheqqeq bibin birayên hevdû.Heger em bibin bira û di nava xwe de tifaqîyê saz bikin wê demê bi izna Xwedê tu kes nikare li ber me re rabibin.”

Ozdemîr di dawîya axavtina xwe de wiha ragihand: “Nijadperestî bêdîntî ye.Ev zihnîyeta kesên sîyonîst û xeçperesta ye.Ew bi vê fikre dixwazin me mislimanan ji hevdû bifelişînin.Pêxemberê me di hedîsekê xwe de dibêje ‘Kesê ku doza nijadperestîyê bike ne ji me ye.’Nijadperestî bi vî awayî hê di wextê cahilîyê de hatîye rakirin.Ev fikra nijadperestîyê lîstikeke kafir û dijminên îslamê ye.

Editör: Haber Merkezi