Memur-sen li 81 bajêrî bi daxuyanî ya çapemenîyan, zilma ku li Tirkîstana Rojhilat ji teref Çînê ve tê kirin şermezar kir. Li Enqerê  jî li ber Balyozxaneya Çînê, zilma ku ji teref Çînê ve li Tirkîstana Rojhilat tê kirin hat şermezar kirin.

Li devê balyozxanê, bênavbir sloganên mîna, “Îslam û Însan, Tirkîstana Azad, Destên ku dirêjî rojîyê dibin bila bişkin” hatin gotin.

Li ber balyozxaneya Çînê ya li Enqerê jî daxuyanîyekê çapemenîyê hat dayîn. Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Serokê Giştî ya Memur-Senê Alî Yalçin xwend. Alî Yalçin, wê zilma wehşîyane, nemerdene ya ku l i Tirkîstana Rojhilatê ji teref Çînê ve tê kirin tel’în kir.

Yalçin di derbarê zilm û zordarîya ku li Tirkîstana Rojhilat tê kirin de wiha axivî: “Li Tirkîstanê girtina rojîyê, perwerdehîya Qur’anê qedexeye. Qîz û jinên bi hîcab  tên tacîz kirin. Nêzî 500 hezar zarok bi zora darê li ser fikra wan perwerdehîyê dibînin.Dayikên ku bihemil bin û heye wan ji vî tiştî tunebe wê deme  bi zorê û bikurtajew zarok  tê rahiştin û gelek zilmên mîna van li wê derê tên kirin. Kesên ku li ber vê zilmê re radibin û bang dikin li kuçeyan têtin kiştun. Alim tên jahr kirin.Dinya li vê qirkirin, zilm, û nemerdiyê re tenê temaşevan û vê zilmê temaşe dike. Cîhan bi vê temaşekirina re ji vê zilmê re dibe şirîk. Lanet li vê faşîzmê be, lanet li zilma Çînê be.”

Yalçin di daxuyanîyê de bangewazîya yekîtîyê ya li dijî Çînê û her wiha bangewazîya boykotkirina malên Çînê kir û bi vî awayî daxuyanîya çapemenîyê bi dawî bû. ilkha.

Editör: Haber Merkezi